Mesrûr Barzanî: Me bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re pirsa hinardekirina petrolê gotûbêj kir

Mesrûr Barzanî: Me bi Wezîrê Derve yê Tirkiyê re pirsa hinardekirina petrolê gotûbêj kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan di konferanseke rojnamevanî ya hevbeş de, naveroka civîna xwe aşkere kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di konferansê rojnamevanî de ragihand, Wezîrê Derve yê Tirkiyê û şanda pê re li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand, Hatina Wezîrê Derve yê Tirkiyê û şanda pê re bo Iraq û Herêma Kurdistanê nîşana giringiya pêwendiyên her du welatan e û got: “Ez hêvî dikim ku em hemû bikarin ji van hevdîtinan sûd werbigirin.”

Mesrûr Barzanî got, wan çendîn mijarên girîng ên herêmê gotûbêj kirine, ji wan peywendiyên dualî yên di navbera Tirkiye û Iraqê bi taybetî li gel Herêma Kurdistanê. Her wiha behsa çawaniya hinartina petrola Herêma Kurdistanê kirin, daku li gorî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê pirsgirêkan li gel hikûmeta Iraqê çareser bikin, bi awayekî ku di berjewendiya hemû aliyan de be.

Serokwezîr got ku di civînê de mijarên ewlehiyê yên li herêmê hatin gotûbêjkirin. “Em piştrast dikin ku Herêma Kurdistanê dê mafên xwe li gor destûrê cîbicî bike û nabe bibe cihê nearamiyê li welatên cîran. Em hêvîdar in ku peywendiyên me berdewam bin ji bo ku em bikarin rûbirûbûna her cure terorê li navçeyê bikin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Derve Hakan Fîdan di konferansa rojnamevaniyê de got: “Pêwendiyên Tirkiyeyê yên bi Bexda û Hewlêrê re her tim girîng bûne. Di serdana xwe ya bo Bexdayê de, me li ser pêwendiyên Iraq û Tirkiyê, şerê li dijî terorê, pirsgirêkên avê, avedankirina navçeyên wêranbûyî yên Iraqê û çend mijarên din gotûbêj kirin.

Derbarê civîna ligel Serokwezîr Mesrûr Barzanî de, Hakan Fîdan got: “Me li ser têkoşîna li dijî terorê, mijarên enerjî û bazirganiyê û gelek mijarên din ên girêdayî her du aliyan gotûbêj kirin.”

Weke ku Hakan Fidan gotiye, tevî ku rewşa Iraqê ne aram bû, parêzgeha Hewlêrê “herdem parêzgeheke ewle û aram bû” û got: “Em vê aramî û geşepêdana aborî giring dibînin, ji ber wê em amade ne ku hemû alîkariyê pêşkêş bikin, ji bo berdewamkirina vê aramiyê, bi taybetî di şerê li dijî terorê de.”

Derbarê şerê welatê xwe û PKKê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê got: “Me karîbû vê pirsê (şerê PKK) bi temamî çareser bikin. PKK niha xwe li nav axa Iraqê vedişêre. Em bi Bexda û Hewlêrê re ji bo paqijkirina xaka Iraqê ji PKK’ê dixebitin û em ê hemû piştgiriyê bidin wan.”

Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê

Tirkiye yek ji girîngtirîn hevbeşên bazirganî yên Herêma Kurdistanê ye û çendîn sal in petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya petrolê bo bazarên cîhanê dihat hinardekirin, lê ji 25ê Adarê ve hinardekirina petrolê bi rêya bendera Ceyhan a Tirkiyê rawestiyabû.

Peywendiyên Herêma Kurdistanê û Tirkiyê di van salên dawî de di warên cuda de pêş ketine. Li gor amarên Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, zêdetirî 1500 kompaniyên Tirkiyê li Herêma Kurdistanê kar dikin.

Heta niha çendîn caran Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di boneyên cuda serdana Tirkiyê kirine û ji aliyê Serok, Serokwezîr û berpirsên payebilind ên wî welatî ve hatine pêşwazîkirin. Di dema her berpirsekî payebilind ê Herêma Kurdistanê serdana Tirkiyê dike, ala Kurdistanê li kêleka ala Tirkiyê û Iraqê tê danîn.

Di sala 2013an de Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana bajarê Diyarbekirê yê Bakurê Kurdistanê kir û li wir bi Serokwezîrê wê demê Recep Tayyîp Erdogan re civiya û pêdaçûn di plana çareseriya aştiyê ya pirsa Kurd li Tirkiyeyê de kir.

Di sala 2011ê de, serokwezîrê wê demê yê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bi amadebûna Serok Barzanî û hejmarek ji berpirsên bilind ên Herêma Kurdistanê, Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê vekir.

Di sala 2007ê de qebareya bazirganiya di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de gihişte 1.4 milyar dolarî û ev rêje di sala 2022an de gihîşt zêdetirî 15 milyar dolarî.

Tirkiye xala girêdana di navbera Asya û Ewropayê de ye, bi taybetî ji aliyê bazirganiyê ve ji bo Herêma Kurdistanê xwedî girîngiyeke mezin e.

Ji ber pêgeha jeopolîtîk a Herêma Kurdistanê li ser nexşeya enerjiyê ya cîhanê, Tirkiye dixwaze pêwendiyên xwe bi Herêmê re bipêş bixe.