Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Tirkiye ‏dinêre

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro pênçşemê 24.08.2023 pêşwaziya Wezîrê Derveyê Tirkiye Hakan Fidan kir.‏

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de peywendiyên Tirkiye li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û warên alîkariyên hevbeşa di navbera wan, peywendî û kêşeyên Hewlêr ـ Bexda û guftûgoya çareserkirina wan, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê bi giştî guftûgo kirin.‏

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bilî derbirîna xweşhaliya bi vê serdanê, tekez ‏kir ku Herêma Kurdistanê bi girîngiyê ve li peywendiyên xwe yên li gel Tirkiye ‏dinêre ku berjewendiya hevbeşa aborî, bazirganî û emnî wan bi pêkve dibeste û amadeye li hemû waran da peywendiyên Hewlêr – Enqere pêş bixe. Her wiha spasî Tirkiye ya ji bo piştgîriya li Herêma Kurdistanê ya li hemû waran de kir û bi taybetî di demên dijwar da û balkişand li ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê tu demekê piştgîrî û hevkariyên Tirkiye ji bîr nake.‏

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Derveyê Tirkiye tekez li wê yekê kir ku Tirkiye girîngiyekî taybet bi peywendiyên xwe yên li gel Iraq û Herêma Kurdistanê dide û Bexda û Hewlêr girîngiyekî taybetî ji bo Tirkiye heye. Rêzdar pesnê aramiya Hewlêr û Herêma Kurdistanê kir û amadehiya welatê xwe ji bo berfirehkirina peywendiyan û alîkariya hevbeşa di navbera her du aliyan ya li hemû waran da derbirî. Her wiha spasiya rola Serok Nêçîrvan Barzanî ya li pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Tirkiye kir.‏

Di mijareke din a civînê de bi girîngiyê ve behsa pirsa henardekirina nefta Herêma Kurdistanê li rêya bendera Ceyhana Tirkiyê ve kirin û li vî warî de danustandina bîr û ramanan kirin. Her wiha rewşa navçeyê bi giştî û çend pirsekî dinê ku ji bo her du aliyan girîng bû xistin ber behs û guftûgoyan.