Xalê Jîna Emînî ji aliyê pasdarên Îranê ve hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî jêderekî ajansa Reutersê, hêzên ewlehiyê yên Îranê xalê Jîna Emînî berî çend rojan ji salvegera kuştina wê, girtine.

Rayedarên Îranê ji bo ku di salvegera kuştina Jîna Emînî de her çalakiyeke nerazîbûnê rawestînin, operasyonên xwe li dijî opozîsyonê zêde kirine.

Li gorî wî jêderî, “Du roj berê komek pasdarên Îranê bi ser mala xalê Jîna Emînî, Sefa A'îlî de girtin û bêyî hebûna biryara dadgehê, otomobîl û mala wî pişknîn kirin û piştre ew girtin.” 

Her wiha got: “Berî girtina Sefa A'îlî, hêzên ewlehiyê hefteyekê li pey wî digeriyan. Malbat jî nizane ku ew birine kû derê.”

Roja 13ê Îlona 2022an, keça Kurd a ji Seqizê Jîna Emînî ligel malbata xwe serdana Tehranê kiribû. Jîna wê rojê ji aliyê Polîsê Ewlehiya Civakî ya Tehranê ve bi tometa “guhnedana hîcabê” hatibû girtin. Piştî ku li rêveberiya polîsan rewşa wî xirab bûbû, rakirin nexweşxaneyê. Jîna piştî 3 rojan li nexweşxaneyê koça dawî kir û roja 17ê Îlonê li goristana Seqizê hat veşartin.

Piştî koça dawî ya Jîna Emînî, li vî welatî xwepêşandan derketin û bi sedan kes hatin kuştin û birîndarkirin û bi hezaran kes hatin girtin.

Rêxistinên mafên mirovan gotin ku zêdetirî 500 kes di dema xwepêşandanan de hatin kuştin, ku 71 ji wan biçûk bûn, bi sedan birîndar bûn û bi hezaran kes jî hatin girtin.

Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ku navenda wê li Fransa ye ragihand, hêzên ewlehiyê di hefteyên borî de gefên desteserkirinê li malbatên kesên ku di xwepêşandanan de hatine kuştin xwarine û zext li wan zêde kirine.

Da zanîn jî, hêzên ewlehiyê yên Îranê gef li malbatan xwarine ku ji bo bîranîna Jîna Emînî xwe ji her çalakî û kombûnê dûr bixin.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) jî got, desthilatên Îranê bi awayekî keyfî endamên malbatên qurbaniyan girtine û binçav kirine, çûnûhatina wan bo goristanan qedexe kirine û kêlên gorên qurbaniyan şikandin.

Komên mafên mirovan gotin ku rayedarên Îranê gelek rojnamevan, parêzer, çalakvan, xwendekar, akademîsyen, kemîneyên olî, hunermend, kesayetiyên giştî û endamên malbatên xwepêşanderan gazî kirine û gef li wan xwarine.

Rojnameya “Îtîmad” a Îranê ragihand, parêzerê malbata Emînî, Salih Nîkbext, bi propaganda li dijî hikûmetê hatiye tawanbar kirin. Heke sûcdar bête darizandin, ji bo Nikbext di navbera salek û heta sê salan cezayê girtîgehê tê xwestin.