Li Mereşê bûyera trafîkê: 5 mirî û 25 birîndar

Li navçeya Andirînê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, frênê barhilgirekê teqiya û li kesên ku ji bo nimêja li ser cenaze kom bûbûn qelibî.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li navçeya Andirînê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê, frênê barhilgirekê teqiya û li kesên ku ji bo nimêja li ser cenaze kom bûbûn qelibî.

Parêzgarê Mereşê Mukerrem Unluler li ser bûyerê ragihand ku 5 kesan canê xwe ji dest dane û 25 kes jî birîndar bûne.

Li Goristana Kavakliyê ya gundê Dariobasiyê merasîmek ji bo cenazeyê kesê bi nave Davut Ovan dihat sazkirin.

Dema welatî ji bo merasîmê kom bûn, barhilgireke ku di ser rêya Mereş-Andirînê re dihat, li cemaetê qelibî.

Gelek tîmên tenduristiyê çûne cihê bûyerê. Zerar gihîşte gelek otomobîlên li cihê bûyerê jî. Kesên ku di qezayê de birîndar bûne birin nexweşxaneyan.

Parêzgarê Mereşê Mukerrem Unluler ragihand: “Niha 5 miriyên me hene, herwiha 25 kes jî birîndar bûne. Di nav birîndarên me de dibe ku rewşa tenduristiyê ya hinekan giran be.”