Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Emar Hekîm civiya

Hewlêr (K24) – Civîna şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm dest pê kir.

Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, şanda bilind a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî gihişte Baregaha Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm û li ser mijara heqên darayî û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê gotûbêj dikin.

Ev di demekê de ye ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro ligel Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî civiya.

Piştî gihiştina bo Bexdayê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê serdana ya bo Bexdayê de, li hejmara xwe ya tora civakî X (Twitter) nivîsî: “Ez îro li Bexdayê me ji bo ku bi Serokwezîr û serkirdeyên din ên Iraqê re, ji bo parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan, gotûbêjan bikim.”

Îro 14ê Îlona 2023an şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û endametiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê, gihîşt Bexdayê.