Mesrûr Barzanî: Sererastkirina maddeyên yasaya budceyê egerek e ji bo derbaskirina mijarên darayî

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir ku sererastkirina madde û birgeyên yasaya budceya federal, egerek e ji bo derbaskirina mijarên darayî, herwiha bal kişand ser wê yekê ku vîna çareserkirina kêşeyên niha yên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal di Sûdanî de dîtiye.

Îro Pêncşemê 14ê Îlona 2023an, Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniyeke taybet de ji kanala El Şerqiye ya Iraqî re ragihand, sererastkirina madde û birgeyên yasaya budceya federal, egerek e ji bo derbaskirina mijarên darayî yên navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr Mesrûrr Barzanî herwiha destnîşan kiriye ku di hevdîtin û civîna ligel Serokwezîrê Iraqê de hest bi wê yekê kiriye ku Mihemed Şiya Sûdanî daxwaza çareseriya vê kêşeyê dike ku li ser mijara budce û heqên Herêma Kurdistanê dirust bûye.

Mesrûr Barzanî pêşbînî kiriye ku di rojên bê de mijara budce û mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê were çareserkirin.

Îro 14ê Îlona 2023an şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û endametiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê, gihîşt Bexdayê.

Piştî gihiştina bo Bexdayê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê serdana ya bo Bexdayê de, li hejmara xwe ya tora civakî X (Twitter) nivîsî: “Ez îro li Bexdayê me ji bo ku bi Serokwezîr û serkirdeyên din ên Iraqê re, ji bo parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan, gotûbêjan bikim.”