Mesrûr Barzanî: Me du pêşniyar pêşkêşî hikûmeta Bexdayê kirin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, ew çaverêya civîna roja yekşemê ya Encûmena Wezîran a Iraqê dikin û got, du pêşniyar ji bo çareserkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê pêşkêş kirine.
Konferansa rojnamevaniyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Bexdayê
Konferansa rojnamevaniyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Bexdayê

Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, ew çaverêya civîna roja yekşemê ya Encûmena Wezîran a Iraqê dikin û got, du pêşniyar ji bo çareserkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê pêşkêş kirine.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di konferanseke rojnamevanî de li ser serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê û hevdîtin û civînên ligel rayedarên hikûmeta federal û serkirdeyên siyasî ragihand, serdana wan a duh (14ê Îlona 2023an) ji bo dakokîkirina bû li maf û heqên Herêma Kurdistanê, herwiha spasiya fraksiyonên Kurdistanî kir ji bo vê yekrêziya ku li hember maf û heqên Herêma Kurdistanê nîşan dan.

Mesrûr Barzanî diyar kir, çendîn civîn ligel Serokwezîrê Iraqê û Serokomar û Serokê Parlamentoya Iraqê û serkirdeyên siyasî kirine û du pêşniyar pêşkêş kirine ku yek ji wan demdirêj e û ya din demkurt e.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir ku pêşniyara demdirêj bi yasaya budceyê û sererastkirina beşek ji madde û birgeyên wê ve girêdayî ye, ku ji bo vê yekê demeke dirêj divê û di siberojê de li ser vê mijarê biaxivin. Li ser pêşniyara demkurt diyar kir, roja yekşema bê, 17ê Îlona 2023an, ji aliyê Encûmena Wezîran a Iraqê ve biryar li ser vê mijarê were dayîn û hêviya xwe anî ziman ku ev hewldan bibin biryar û xelkê Herêma Kurdistanê bigihin mafên xwe.

Mesrûr Barzanî diyar kir, hemû aliyên siyasî ku civîn ligel wan kirin, hevnêrîn bûne ji bo çareserkirina mijaran û dabînkirina maf û heqên Herêma Kurdistanê.

Serokwezîr ragihand, migîniya wan a xêrê heye û çaverêya civîna roja yekşemê dikin, herwiha got, hêvîdar in ku ew amadekarî di berjewendiya Herêma Kurdistanê û xelkê Herêma Kurdistanê de bi encam bibe.

Roja Pêncşemê 14ê Îlona 2023an, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û endametiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab, Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed, Serokê Dîwana Encûmena Wezîran Omêd Sebah û Sekreterê Encûmena Wezîran Amanc Rehîm pêk tê, gihîşt Bexdayê.

Piştî gihiştina bo Bexdayê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî derbarê serdana ya bo Bexdayê de, li hejmara xwe ya tora civakî X (Twitter) nivîsî: “Ez îro li Bexdayê me ji bo ku bi Serokwezîr û serkirdeyên din ên Iraqê re, ji bo parastina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkan, gotûbêjan bikim.”