Li Efrînê xortek ji aliyê çekdaran ve hat revandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Grûpên çekdaran ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, xortekî Kurd revandin.

Jêderekî ji K24ê re ragihand, çekdarên grûpa Polîsa Leşkerî xortê bi navê Yilmaz Xalid Nasan ji gundê Şêx Meydana yê ser bi Raco ve revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Wî jêderî diyar kir, Yilmaz Xalid Nasan (33 salî) ji berî hefteyekê vegeryabû gundê xwe û kurê tekane yê malbata xwe ye û heta niha sedema revandina wî ne diyar e.

Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve hatiye dagîrkirin û heta niha dora 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.