Pierre de Gaulle ji K24ê re: Niha dema çareseriya pirsgirêka Kurd e û ez geşbîn im

Navenda Nûçeyan (K24) – Neviyê serokê berê yê Fransa Charles de Gaulle ji K24ê re ragihand, dema çareserkirina pirsgirêka Kurd hatiye û ez ji paşeroja Kurdan geşbîn im.

Pierre de Gaulle ku neviyê Charles de Gaulle ye, di çarçoveya 20. Lûtkeya Navdewletî ya Valdaî li Soçî ya Rûsyayê de got: “Kurd neteweyek e û bê dewlet e, ev yek nayê qebûlkirin, mixabin piştî Şerê Cîhanê yê Yekemîn û hilweşandina Împeratoriya Osmanî, pirsgirêka Kurd bê çareserî ma. Hêvîdar im ku pirsgirêka Kurd bi rêya diyalogê, bi çavgirtina çand, ziman û nirxên Kurdan ên buha çareser bibe.”

Herwiha got: “Bi baweriya min ev pirs wek Fransa û Cezayîrê ye, bêyî ku nasnameya gelê Kurd û mafên wan bê naskirin, pirsgirêk çareser nabe. Hêvîdar im kurd bigihin dewleta xwe ya serbixwe.”

Pierre de Gaulle dibêje: “Pêwîst e ev pirsgirêk bi diyalog û danûstandinan were çareserkirin. Hêvîdar im ji bo aramiya herêmê ji niha û pê de her çar welat Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye xwedî heman nêrînê bin.”

Charles de Gaulle rêberekî siyasî û fermandarekî leşkerî yê Fransî ye. Di sala 1940’an de pêşengiya berxwedana welatê xwe ya li dijî dagirkeriya Elmanî kir. Wî serokatiya hukûmetê û serokatiya dewletê kir, Komara Pêncemîn ava kir û dawî li dagîrkeriya Fransayê ji gelek welatan re anî.

Li bajarê Soçî yê Rûsyayê bi beşdariya 140 pisporên navdewletû ji 42 welatên cuda, 20emîn civîna salane ya Kluba Gotûbêja Valdaî hat lidarxistin, ji Iraq û Herêma Kurdistanê tenê akademîsyenê Kurd Dr. Mihemed Îhsan wek mêvanê tê de beşdar e.