Mihemed Hacî Mehmûd: Hin serkirdeyên Iraqê dixwazin çavkaniyên dahata gelê me hişk bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd ji K24ê re ragihand, ew kesên ku daxwaza şandina mûçeyan rasterast ji Iraqê dikin, bila şerm bikin, ji ber ku ev yek li dijî neteweya wan e û divê nûneratiya Kurdan bikin ne ku li dijî Kurdan bin.

Mihemed Hacî Mehmûd got jî: “Hinek serkirdeyên Iraqî dixwazin miletê me bixeniqînin û çavkaniyên dahata wî hişk bikin.”

Ev daxuyanî piştî wê de, demek e hin alî daxwaz dikin ku hikûmeta Iraqê rasterast mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê dabeş bikin.

Li gorî yasanas û pisporan jî, ev yek berûvajî destûra Iraqê ye û Herêma Kurdistanê qewareyeke yasayî û destûrî ye. Divê hemû danûstandinên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de bi rêya saziyên fermî yên her du hikûmetan de bên kirin.

Ji aliyê xwe ve jî, Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî duhî di gotarekê de ragihandibû, baweriya wî bi çareserkirina rewş û kêşeyên li pêşiya Herêma Kurdistanê û navçeyên din ên Iraqê heye.

Tekez kir jî, hemû ew rewş û kêşe dê bi rihê lêborînê û bi berçavgirtina berjewendiyên gelê Iraqê bên çareserkirin.