Konsulê Tirkiyê li Hewlêrê: Piraniya dahata PKKê ji bazirganiya madeyên hişbir e

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Tirkiyeyê li Hewlêrê radigihîne, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) piraniya dahata xwe, ji bazirganiya madeyên hişber werdigire.

Konsulê Tirkiyeyê Mehmet Mevlut Yakut di Konferansa Rûbirûbûna Madeyên Hişber li Hewlêrê de ragihand, PKK di “kontrolkirin û bazirganiya madeyên hişbir” li ser asta Ewropayê de cih digire.  

Yakut destnîşan kir jî, “rapora Europol û cezayên Wezareta Xezîneya Amerîkayê li ser berpirsên PKKê, wê rastiyê nîşan didin.”

Yakut got jî: “PKK dahatên neyasayî yên ji bazirganiya madeyên hişbir werdigire, ji bo fînansekirina karê rêxistinên terorîst bikar tîne.”

Herwiha Yakut got, hinek ji wan kesên ku ji ber bazirganiya madeyên hişbirê li kuçe û kolanên Tirkiyeyê hatine girtin “Endamên PKK’ê ne ”.

Yakut daxwaz kir jî, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Tirkiye û Iraqê hewlên xwe bihêztir bikin, ji bo nehîştina bazirganiya madeyên hişbir bi rêya pevguhertina agahiyan û şerê li dijî terorê.

Got jî: “Di 8 mehên destpêkê yên îsal de, li Tirkiyeyê nêzîkî 2 milyon hebên kaptagon, zêdetirî 4 milyon hebên bêhişker, 13 ton krîstal û 11 kîlogramên din ji cureyên din ên krîstalê hatine desteserkirin.”