Ciwanekî Kurd wekî nûnerê Îraqê tevlî korbendeke Neteweyên Yekgirtî dibe

Remezan Şêrwanî
Remezan Şêrwanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Ciwanekî Kurd bi navê Remezan Şêrwanî, wekî rêveber û nûnerê Îraqê li Neteweyên Yekgirtî, tevlî korbendeke Neteweyên Yekgirtî bû ku li Çapanê hat kirin.

Remezan Şêrwanî li ser wê korbendê ji Kurdistan24ê re got: 18emîn Korbenda Bilind a Neteweyên Yekgirtî li ser birêvebirina internetê li roja 8ê vê mehê, li bajarê Kiyoto yê Çapanê, hat destpêkirin û îro roja Duşemê, 16ê Cotmehê, dê bidawî bê.

Wî amaje da wê yekê jî ku di wê korbnedê de danûstandin li ser pirsên mafên mirovan, dîjîtalkirina welatan û çawatiya parastina datayên welatiyan hatin kirin.

Herwesa Şêrwanî got: Di wê korbendê de nûtirîn cûnên zîrekiya destçêkirî hatin behskirin û nîşandan.

António Guterres û Serokwezîrê Çapanê û hejmareke din a serkirdeyên diyar ên welatan di wê korbendê de amade bûbûn.