Netanyahu: Ger Hizbula li bereyeke din şerê Israîlê bike, em dê Libnanê wêran bikin

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu haydarî da Hizbulaha Libnanî, ger li bereyeke din şerî li dijî Israîlê bike, dê şaşîtiyeke mezin bike.

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu îro roja Yekşemê, 22ê Cotmeha 2023ê, di dema serdana serbazên welatê xwe de li sinorê navbera Israîl û Libnanê ragehand, Hizbulah dê mezintirîn şaşîtiyê bike ger li bereyeke din şerê Israîlê bike.

Herwesa Netanyahu ragehand, ger Hizbulah şerî li dijî me bike, em dê bi hêz berhingarî wê bibin, bi rengekî wesa ku bandorê li dewleta Libnanê bike û em dê wî welatî wêran bikin.

Ji aiyekî din ve Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê amara nû ya qurbaniyên xwe belav kir û ragehand, tenê şeva borî ji ber bombebaranên supayê Israîlê li ser Kertê Xezzeyê, 50 kes hatine kuştin.

Bi vî rengî hejmara kuştiyan di dema 16 rojên borî de gehişt çar hezar û 400 kesan, ku ji wê hejmarê jî zêdetirî hezar û 750 kesan zarok in 970 kes jî jin in.

Serê sibeha roja 7ê Cotmeha îsal, çekdarên Bizava Hemasê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin Israîlê û têla sinorî ya navbera Kertê Xezeyê û komelgeha Cihûyan birî û êrîşa bejahiyê jî kir ser Israîlê.

Li gor amara medyayên Israîlê jî, heta niha zêdetirî 1400 Israîliyan ji serbaz û welatiyên sivîl hatine kuştin û nêzî sê hezar kesên din jî birîndar bûne.