Li Hewlêrê nexweşxaneyeke şewatê ya 100 nivînî tê avakirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Hewlêrê nexweşxaneyeke şewatê ya 100 nivînî bi bihayê zêdetirî neh milyar dînaran tê avakirin.

Parêzgariya Hewlêrê îro 29ê Cotmehê di daxuyaniyekê de ragihand, di demeke nêzîk de mezintirîn nexweşxaneya şewatê ya 100 nivînî li Hewlêrê bi bihayê 9.2 milyar dînar tê avakirin.

Nexweşxane dê li ser qadeke 89 hezar metro cucar bê avakirin. Li gorî daxuyaniyê, hemû amadekariyên cîbicîkirina projeyê temam bûne û dê di demeke nêzîk de bikevin warê cibicîkirinê.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Di çarçoveya girîngîpêdana bi sektora tendirustiya giştî û parastina jiyana welatiyan, di sala borî de, zêdetirî du milyar dînar hatiye xerckirin.

Diyar kir jî, ew pere ji bo çakkirin û dabînkirina kelûpel û amûrên bijîşkî ji nexweşxane û navendên tenduristiyê re li hemû parêzgehê, hatine xerckirin.

Avakirina vê nexweşxaneya şewatê di demekê de ye, Rêveberê Tendirustiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed roja 25ê Cotmehê ji K24ê re ragihandibû, di heyama 10 mehên borî de, 5594 nexweşan serdana beşa şewatê û neştergeriya bedewiyê ya nexweşxaneya Emergency kirine û ji wan 66 kesan canê xwe jidest dane.

Li Herêma Kurdistanê 145 nexweşxaneyên giştî û taybet hene, ku 83 nexweşxaneyên hikûmî ne û 62 jî taybet in û xizmetên tenduristiyê pêşkêşî welatiyan dikin.