Pêşangehek ji bo hunermendeke rojhilata Kurdistanê li Hewlêrê hat vekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Pêşangeha “Kiçên Kurd di Dîrokê de” bi nîşandana 14 tabloyan ji bo hunermend “Arezo Yezdanîfer” li geleriya Medyayê li Hewlêrê ji bo jinên Kurd hat vekirin.

Arezoyê di pêşangeha xwe de bal kişandibû ser rolê jinên Kurd di dîrok û qonaxên giran ên jiyanê de û derdeseriya jinên Kurd ji bo berdewamiya jiyanê, taybet li gundên Kurdistanê û jiyana nav xaniyên gundan û bin çadir û konan. Di ser hemî astengan re, wan jinan bi cilikên xwe yên rengîn bala jinên cîhanê kişand û wekî cengaweran jî rolê xwe di pirsên neteweyî de gêra.

Ev pêşangeha şêwekarî dê ji bo dema çar rojan li Hewlêrê berdewam be. Herwesa biryar e hunermend Arezo di karekî hevpar de bi hunermendên başûrî re careke din tevlî pêşangehekê bibe ku sala bê dê bê vekirin.

Hunermend Arezo ku ji rojhilata Kurdistanê ye ji K24ê re got: Tabloyên min çûne nav dilê jiyana kiçên Kurd di tevaya qonaxên jiyanê de, taybet li werzê zivistanê û serdema şoreşê, ku wekî kiçên xweşik bala hemî cîhanê kişand. Min jî wekî hunermendek rûyê xweşik ê wan wêne kir, ku pareke serkeftinên Kurdan in di tevaya qonaxên cuda cuda de û hebûneke bihêz di nav hikûmetê û jiyana asayî de heye.