Di çar mehan de zêdetirî heft hezar tonên keristeyan ji aliyê Deriyê Îbrahîm Xelîl ve nehatine pejirandin

Karmendekî ezmûngeha Deriyê Îbrahîm Xelîl pişkinînan ji bo kalitiya hindek ji wan keristeyan dike
Karmendekî ezmûngeha Deriyê Îbrahîm Xelîl pişkinînan ji bo kalitiya hindek ji wan keristeyan dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Deriyê Îbrahîm Xelîl radigehîne ku di çar mehan de zêdetirî heft hezar tonên keristeyan ji aliyê ezmûngeh û lijneyên peywendîdar ên wî derî ve nehatine pejirandin û piraniya wan hatine pûçkirin.

Îro roja Sêşemê, 14ê Mijdara 2023ê, Rêveberiya Deriyê Îbrahîm Xelîl di ragehandinekê de amaje da wê yekê ku di dema çar mehên borî de, ji 1ê Tîrmeha 2023ê heta 31ê Coteha 2023ê, heft hezar û 252 tonên keristeyên cuda cuda ji aliyê ezmûngeh û lijneyên peywendîdar ên Deriyê Îbrahîm Xelîl ve nehatine pejirandin.

Amaje da wê yekê jî ku ew keristeyên nehatine pejirandin bi rênimayên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re nediguncan, gelek ji wan hatine pûçkirin û ên din jî hatine vegerandin.

Herwesa diyar kir ku “piraniya wan kelûpel û kersiteyan ên xwarin û vexwarinê bûn û hindek ji wan jî keristeyên avakirinê, fîterneriyê û çandinê bûn.

Şewitandina hindek ji wan keristeyên ji aliyê lijneya Deriyê Îbrahîm Xelîl ve nehatine pejirandin
Hindek ji wan keristeyên ji aliyê lijneya Deriyê Îbrahîm Xelîl ve nehatine pejirandin