Dilşad Şehab: Siyaset û Hikûmeta Herêma Kurdistanê ber bi arasteyekî durist pêngavan diavêje

Dilşad Şehab
Dilşad Şehab

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab di roja duyê ya Korbenda MEPSê de ji K24ê re ragehand, “Yek ji arêşeyên herî mezin ên cîhanê an jî devera me nebûna diyalog û hevfehimandinê ye”.

Herwesa got, “Çêkirina derfeteke wesa giring e ji ber ku dîtin û nerînên cuda û kesatî û aliyên cuda tevlî wê bûne û danûstandinan li ser mijarên giring dikin, ku niha her arêşeyekê li cîhanê bandor li ser hemiyan heye”.

Dilşad amaje da, “Arêşeyên mezin li Rojhilata Navîn hene, Herêma Kurdistanê faktereke seqamgiriyê ye, siyaset û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ber bi arasteyekî durist pêngavan diavêje”.

Herwesa amaje da, “Li devereke pir arêşe em alîgir nînin, em aliyê çareseriyê ne. Bi dîtina min, ev giringtirîn peyama MEPSê bû”.

Dilşad tekez kir, “Arêşeyên Rojhilata Navîn an Îraqê rengvedan li ser abor û ewlehî û seqamgiriyê heye, ji ber wê yekê hemî cîhan girêdayî her arêşeyekê ye ku li her deverê çê bibe”.