Şaxewan Ebdullah: Ji bo bidawîkirina gendeliya berpirsan em vegeriyan Kerkûkê

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaxewan Ebdullah dibêje, PDK vegeriyaye Kerkûkê, da ku dawî li gendelî û zêdegaviyên berpirsan û bêserûberiya desthilatdariyê li vî bajarî bîne.

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Şaxewan Ebdullah di merasima vekirina baregeha sêyem a PDKê li Kerkûkê ji K24ê re ragihand: “Em vegeriyan Kerkûkê ji bo bihêzkirina pêkvejiyanê û yekrêziya di navbera pêkhateyan de.”

Herwiha got: “Bi riya hilbijartinên pak û nûnerên PDK'ê yên di Encûmena Parêzgehê de; em ê dawî li vê rewşa ferzkirî, nedadwerane di xizmetguzariyê de, gendelî û zilma berpirsan û vê bê rêveberiyê li vî bajarî bînin.”

Hin aliyên Kerkûkê bi bihaneya ku tomarkirina dengderan ne zelal e, daxwaza paşxistina hilbijartinên Encûmenên Parêzgehê kirin. Şaxewan Ebdullah got: "Ez endamê komîteya pêdaçûna tomarkirina dengderan im. Min di heftiya borî de bi beşdariya birayên ereb û tirkmen serpereştiya yekemîn civîna komîteyê kir. Ti rexneya wan li ser tomarkirina dengderên Kerkûkê nebûn.”

Şaxewan Ebdullah ku di heman demê de Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ye jî got: “Hinek alî ditirsin ku Kurd kursiyên xwe di Encûmena Parêzgeha Kerkûkê de zêde bikin.”

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), îro danê sibê baregeha Liqê Sêyem yê PDKê li Kerkûkê bi fermî vekir.

Berpirsê Îdarî yê Liqê Sêyem a PDKê Aram Mame di merasîma vekirinê de ji K24ê re got, ji îro ve PDK dê bi awayekî berfireh dest bi kampanya hilbijartinên encumena parêzgeha Kerkûkê bike.