Kemal Kerkûkî: PDK bizavê dike stemê li Kerkûkê nehêle

Kemal Kerkûkî
Kemal Kerkûkî

Navenda Nûçeyan (K24) – Kemal Kerkûkî radigehîne, “PDK li Kerkûkê û Herêma Kurdistanê û tevaya Îraqê ji bo bicihanîna mafên destûrî yên gelê Kurd kar dike”.

Îro roja Yekşemê, 26ê Mijdara 2023ê, Berpirsê Mekteba Rêkxistinê ya Kerkûk – Germiyanê ya PDKyê Kemal Kerkûkî di merasîmên vekirina baregeha Liqa Sêyê ya partiya xwe de li Kerkûkê ji K24ê re ragehand, “Bi hikmeta Serok Barzanî, me karî îro bi hêminî û dûr ji tundûtîjiyê baregeha PDKyê li Kerkûka dilê Kurdistanê vebikin û dest bi karê xwe bikin”.

Kerkûkî vekirina wê baregehê li hemî kadir û endam û dilsozên xelkê Kerkûkê pîroz kir ku bi wê pêşwaziya germ baregeha PDKyê vekir. Herwesa got, “PDK li Kerkûkê û Herêma Kurdistanê û tevaya Îraqê ji bo bicihanîna mafên destûrî yên gelê Kurd kar dike”.

Kemal Kerkûkî tekez jî kir, “Ew berbijarên ku li Kerkûkê hatine diyarkirin nûneratiya PDKyê dikin, bernameya PDKyê bi cih tînin, bi rengekî ji bo çalakkirina pêkvejiyanê, nehêlana stemê û peydakirina ewlehî û seqamgiriyê ji bo tevaya xelkî, û piştevaniya wan aliyan jî dike yên ku hatine piştguhxistin”.

Seet 10:00 ê sibeha îro roja Yekşemê, 26ê Mijdara 2023ê, di merasîmekê de û bi amadebûna berpirs, endam û kadirên Liqa Sêyê û Mekteba Rêkxistinê ya Kerkûk – Germiyanê ya PDKyê, baregehea Liqa Sêyê ya PDKyê li Kerkûkê bi rengekî fermî hat vekirin.

Piştî rûdanên 16ê Cotmeha 2017ê, hêzên Îraqî destê xwe danabû ser baregehên PDKyê li Kerkûkê, piştî şeş salan PDKyê baregeha Liqa Sêyê li Kerkûkê dîsa vekir û tê çaverêkirin ku her îro ji bo hilbijartinên Civatên Parêzgeha Kerkûkê dest bi bangeşeyeke berfireh  bike.

Baregeha Liqa Sêyê li Kerkûkê bi bilindkirina hezaran alayên Kurdistanê û PDKyê hat xemilandin. Ew 10 roj bûn ku PDKyê li ser hisaba xwe baregeha xwe nûjen dikir.