3 leşkerên Tirkiyê li navçeya Zapê hat kuştin

Leşkerên Tirkiyê
Leşkerên Tirkiyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê, di encama êrîşeke PKKê de, 3 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê di daxuyaniyekê de diyar kir, li Zapê endamên PKKê êrîşî leşkerên wan kirine û di encamê de 3 leşkeran canê xwe jidest dane û leşkerekî din jî birîndar bûye.

Artêşa Tirkiyê 17ê Nîsana 2022yan li deverên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Başûrê Kurdistanê bi hinceta hebûna çekdarên PKKê dest bi êrişeke bi navê “Operasyona Pence-Kilîdê” kiriye û ew êriş heta niha jî berdewam dike.

Li gorî amarên ne fermî jî, heta niha zêdetir ji 500 endamên PKKê û zêdetir 200 leşkeran canê xwe jidest daye.