Namzedê PDKê: Desthilata xwe li Kerkûkê ferz kiriye dê bidawî bibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Namzedekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bo Encûmena Parêzgeha Kerkûkê radigihîne, piştî şeş salan bi rûmet vegeriyan Kerkûkê û baregeha xwe bi diruşmeya pêkvejiyanê lê vekir. Piştî hilbijartina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, dê dawî li desthilatdariya xweferzkirinê were.

Namzedê PDKê bo Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Mihemed Xurşîd ji K24ê re ragihand: “Yek ji xalên kabîneya niha ya Iraqê ew bû ku divê rewşa Kerkûkê asayî bibe. PDK piştî şeş salan bi rûmet vegeriya Kerkûkê, ala xwe bilind kir û baregeha xwe bi duruşmeya pêkvejiyanê ji bo xizmetkirina Kerkûk û rûniştvanên bajêr vekir.”

Diyar kir jî: “PDK bi plan vegeriyaye Kerkûkê. Em dixwazin gelê me bi awayekî demokratîk biçin ser sindoqan, da ku rewşa niha ya Kerkûkê biguhere.”

Da zanîn jî: “Dema Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hebe û namzedên PDK jî bibin xwediyê para şêrê, ev desthilata xweferzkirî dê bidawî dibe û parêzgarekî rewa ji bo Kerkûkê dê were hilbijartin.”

Mihemed Xurşîd dibêje: “Hemû neheqiyên ku bi riya Encûmena Parêzgehê li xelkê Kerkûkê hatine kirin, dê nemînin.”

Tekez kir jî: “Xelk ji bo vegera PDKê bo Kerkûk dilxweş e. Dema PDK li Kerkûkê amade be, em piştrast in ku xelkê Kerkûkê dê biçin ser sindoqan ji ber ku dizanin ku PDK dikare guhertinan bike.”

Namzedê PDKê got jî: “Em ê li hember neheqî û gendeliyên ku li ser gelê Kurd hatiye kirin, bêparkirina Kurdan ji xizmetguzariyan, bêdeng namînin û em ê van hemû neheqî û gendeliyan belge bikin.”