Hikûmeta Iraqê zêdetir ji 1500 hewzên masiyan li Daqûqê jinav dibe

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Iraqê zêdetir ji 1500 hewzên masiyan li navçeya Daqûqê ya parêzgeha Kerkûkê jinav birin û ev yek jî bûye sedema nerazîbûna welatiyan.

Peyamnêra K24ê Dîlan Barzan da zanîn, îro biryara hikûmeta Iraqê ya jinavbirina hewzên masiyan li Daqûqê ket warê cibicîkirinê û çend hewz jî hatin jinavbirin.

Welatiyekî Daqûqê ji K24ê re got: “Çend hewzên masiyan ên ku îro hatin jiavbirin, masî tê de bûn. Ev zulmek e li welatiyan. Ev biryar dê bibe sedema bêkariya hejmareke mezin a welatiyên herêmê.

Herwiha got jî: “Em bang li Serokwezîr û hikûmeta Iraqê dikin ku vê biryarê hilweşîne, ji ber ku dê ziyaneke mezin bigihîne welatiyên herêmê.”

Xwediyê yek ji hewzên masiyan li Daqûqê jî ji K24ê re got: “Di hewzên me de masî hene, lê îro alavên xwe anîne û ew jinav birin. Piraniya welatiyên vê deverê bi firotina masiyan debara xwe dikin.”

Xwediyê hewzeke din jî dibêje: “Piraniya wan kesên ku xwediyê hewzên masiyan in, yan jî masiyan difroşin, ne karmendên hikûmetê ne û ti karên wan ên din jî nînin.

Li Daqûdê 3100 hewzên masiyan hene, kampanya jinavbirina hewzên masiyan yên bêmolet beriya niha dest pê kiribû, ew jî ji ber tirsa kêmbûna avê û encamên guherîna keşûhewayê tê kirin.