Dadgeha Federalî biryardana li ser hilbijartinên Civata Parêzgeha Kerkûkê paşxist

Dadgeha Federalî ya Îraqê
Dadgeha Federalî ya Îraqê

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Federalî biryardana li ser wê skalayê paşxist a ku daxwaza paşxistina hilbijartinên Civata Parêzgeha Kerkûkê dike.

Îro roja Duşemê, 4ê Berçileya 2023ê, seet 1:00 ê nîvro, Dadgeha Federalî ya Îraqê ji bo skalayekê rûnişt ku daxwaz kiriye hûrbînî li ser tomara dengderên bajarê Kerkûkê bê kirin û hilbijartinên Civata Parêzgeha Kerkûkê bên paşxistin.

Dadgeha Bilind a Federalî ya Îraqê daxwaz kir ku Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî wekî aliyê sêyê bi merema guhdarîkirina gotinan tevlî dadgehê bibe, lewma ew rûniştin ji bo roja 12ê Berçileya 2023ê hat paşxistin.

Ew skala ji aliyê Kandîdê Hevpeymaniya Qiyadeyê ji bo hilbijartinên Civata Parêzgeha Kerkûkê Necah Hesen Tayî ve hatiye tomarkirin. Necah wekî kesekê nêzî Parêzgerê Sepandî yê Kerkûkê Rakan Cibûrî û Serokê Hevpeymaniya Siyadeyê Xemîs Xencer tê danan.

Tevî ku ew skala ji aliyê serkirdeyekî Şîe ve hatiye tomarkirin, lê hemî Ereb û Tirkmenên Kerkûkê piştgiriya wê dikin û daxwaz dikin hilbijartinên Civata Parêzgeha Kerkûkê bên pşxistin.

257 hezar Kurdên xwecihên Kerkûkê berî sala 2003ê ji ber rijêma Beis awareyî bajarên Herêma Kurdistanê bûbûn. Paşî li sala 2003ê û piştî nemana rijêma Beis, ew vegeriyan Kerkûkê û formên xwe yên xwarinê ji bo Kerkûkê veguhastin û mafê dengdanê heye. Niha Ereb û Tirkmen daxwaz dikin ew hemî ji dengdanê bên bêbarkirin lê Kurd wê yekê red dikin.

Biryar e li roja 18ê vê mehê hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê bên kirin ku ji 2005ê ve ev gera yekê ya hilbijartinên civatên parêzgehan e li bajarê Kerkûkê dê bên kirin. Tevaya lîst û aliyên cuda cuda yên Kerkûkê li ser 15 kursiyên civata parêzgehê hevrikiyê dikin.

Ji bo vê hilbijartinê, 870 hezar û 920 kesan li Kerkûkê mafê dengdanê heye, ji bo hilbijartina 15 endamên Civata Parêzgeha Kerkûkê ji 248 kandîdan û ji 10 hevpeymanî û pênc lîstên serbixwe yên partên siyasî û sê kandîdên serbixwe.