CENTCOM ragehandinekê li ser êrîşa Kerkûkê parve dike

Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê CENTCOM
Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê CENTCOM

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê CENTCOM ragehandinek li ser êrîşa doh a Kerkûkê parve kiriye û piştrast kiriye ku pênc çekdar kuştine.

Îro roja Duşemê, 4ê Berçileya 2023ê, Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê CENTCOM ragehand, li Kerkûkê hêzên hevpeymanan êrîş kir ser pênc çekdaran ku amadekarî ji bo êrîşeke dronî dikirin.

CENTCOM amaje da wê yekê jî ku, hêzên hevpeymanan ji bo ku bergiriyê ji xwe bikin bi rêya dronan bersiva wê êrîşê daye û di wê êrîşê de her pênc çenkdar hatine kuştin û ew dron jî hatiye pûçkirin.

Her di wê ragehandinê de Fermandeya Navendî ya Artêşa Amerîkayê CENTCOM eşkere kiriye ku, pêşwext hêzên Îraqî li ser wê êrîşê haydar kirine. Tekez jî kir ku ew dê li ser parastina hêzên Amerîkayî û hevpeymanan ji êrîşan berdewam bin.

Doh roja Yekşemê, 3ê Berçileya 2023ê, çavkaniyekê ji hêzên ewlehiyê yên Îraqê ji K24ê re ragehand, “berî demeke kêm li bajarkê Dûbizê ku dikeve başûrê rojavaya Kerkûkê balafireke nenas êrîşî Heşda Şebî kiriye”.

Di eynî demê de Bereyê Bergiriyê yê Îraqî jî di ragehandinekê de amaje dabû, “Me îro roja Yekşemê, 3ê Berçileya 2023ê, bingeheke serbazî ya Amerîkayê li bakurê rojhilata Sûriyeyê kiriye armanc û me armanca xwe bi rengekî rasterast hingaftiye”.

Ji 17ê Cotmeha îsal were, 74 caran ji aliyê komên çekdar ve li Îraqê û Sûriyeyê êrîşî hêzên Amerîkayê hatiye kirin. Li gor Pentagonê, 62 serbazên Amerîkayî di wan êrîşan de birîndar bûne.