Lîza Felekedîn ji bo xelkê Kerkûkê: Bi dengên xwe bersiva neyarên xwe bidin

Lîza Felekedîn
Lîza Felekedîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Arîkara Serokê Mekteba Rêkxistinê ya Kerkûk-Germiyanê ya PDKyê daxwaz ji xelkê Kerkûkê û cemawerê partiya xwe dike ku li roja hilbijartinên civatên parêzgehan biçin ser sindoqên dengdanê û bi dengên xwe bersiva neyarên xwe bidin.

Endama Komîteya Navendî û Arîkara Serokê Mekteba Rêkxistinê ya Kerkûk-Germiyanê ya PDKyê Lîza Felekedîn ji K24ê re got, “Peyama me wekî PDK ji destpêka bangeşeya hilbijartinan were li ser fermana Serok Barzanî ew e ku bergiriyê ji pêkvejiyanê li Kerkûkê bikin û bizavê bikin wê pêkvejiyanê bihêztir bikin”.

Herwesa got, “Xelkê Kerkûkê dikarin li roja hilbijartinên civatên parêzgehan bi dengên xwe bersiva hemî wan propagandayan bidin ên ku digot PDK nikare bi ala û serbilindî ve vebigere Kerkûkê. Me pêştir jî bi vekirina baregeha Liqa Sêyê û pêşkêşkirina baregeha Civata Serkirdetiyê ji bo zanîngeha Kerkûkê bersiva wan daye”.

Lîza Felekedîn herwesa ragehand, “Em dê li Kerkûkê bi xelkê xwe re bimînin, divê Kerkûkî û alîgirên PDKyê li 18ê vê mehê biçin ser sindoqên dengdanê û bi dengên xwe bersiva neyaran bidin”.

Li ser danana parêzgerekî ji bo Kerkûkê piştî hilbijartinan got, “Bi dîtina min, qonaxa bizehmet piştî hilbijartinan dest pê dike ku wê demê bizav tê kirin bi lihevkirina bi aliyên din re bikarin parêzgerekî dadperwer û nerm dabinin, ku bi yek çav xizmeta Kerkûkiyan bike. Mixabin, niha cudahiyeke zêde di navbera pêkhatan de heye û taxên Kurdan ji xizmetkariyan hatine bêbarkirin”.