Lîza Kakeyî: Mayîna Rakan Cibûrî dê rê li ber berdewamiya proseya erebkirina Kerkûkê veke

Navenda Nûçeyan (K24) – Alîkara Berpirsê Buroya Rêxistina Kerkûk-Germyanê ya PDKê Lîza Kakeyî radigihîne: “Em li Kerkûkê daxwaza parêgarekî dikin ku cudahiyê neke di navbera pêkhateyan de. Herwaha got: “Bereya Tirkmenî û Ereb li Kerkûkê ji dengê Kurdan ditirsin, lewma daxwaza paşxistina helbijartinan dikin.”

Lîza Kakeyî ji K24ê re got: “Piştî ku em vegeriyan Kerkûkê, xelkê vî bajarî bi coşeke mezin pêşwaziya me kirin. Çawa ku me baregeha xwe ya Sêyem vegerand, em ê beriya hilbijartinan hewl bidin ku li wir ofîsa xwe jî vekin. Ev bersiva hemû gotegotên ku dibêjin PDK tenê ji bo hilbijartinan vedigere Kerkûkê ye, lê PDK heta hetayê vegeriyaye Kerkûkê û dest jê bernade.”

Herwiha got: “Di vê hilbijartinê de armanca me ew e ku em herî zêde dengan bidest bixin. Wê demê em ê bikarin bi hemû aliyan re bicivin û parêzgarekî ji bo Kerkûkê destnîşan bikin, ku bê cudahî li hemû pêkhateyan binêre û ji Şêrawa heta Hemrînê xizmeta hemû deveran bike.”

Lîza Kakeyî got: “Ne pirsgirêk e ku parêzgarê nû ji kîjan pêkhateyê be, ya girîng ew e ku welatparêz be û xizmeta xelkê Kerkûkê bike. Eger parêzgarekî kurd be, ji bo me baştir e, lê divê dilsoz û welatparêz be.”

Tekez kir jî: “Tekane rêya guhertina rêveberiya Kerkûkê ew e ku hilbijartin bên kirin, her çend hinek alî ligel paşxistina hilbijartinan in, lê em weke PDK tekez dikin ku hilbijartin di dema xwe de bên lidarxistin. Ev dê rê li ber cîbicîkirina madeya 140 veke.”

Lîza Felakedîn Kakeyî got: “Hewleke cidî heye ji bo paşxistina hilbijartinên Encûmenê Parêzgeha Kerkûkê heye, sedema sereke ew e jî ku ji dengên Kurdan ditirsin, bi taybetî jî hinek şovenîst dixwazin ku hilbijartin neyên kirin û proseya xirabkirinê berdewam bikin. Mayîna parêzgarê niha yê Kerkûkê (Rakan Cibûrî) li ser postê xwe, dê rê li ber berdewamiya proseya erebkirinê veke.”

Alîkara Berpirsê Buroya Rêxistina Kerkûk-Germyanê ya PDKê Lîza Kakeyî got jî: “Xelkê Kerkûkê siyaseta niha PDK dizanin, gelek kes daxwaza tevlîbûna nav refên PDKê dikin.”

Lîza Kakayî amaje bi wê yekê jî kir, hejmareke mezin ji xelkê Kerkûkê ku piştî 16ê Cotmehê koçberî bajarên din ên Kurdistanê bûne, dizanin sedema koçberbûna wan kî û çi ye, lewma ew zilma ku li wan hatiye kirin ji bîr nakin.