Li Kerkûkê 50 şûnwar hatin dîtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Giştî ya Şûnwar û Kelepûrên Îraqê 50 şûnwar û cihên kelepûrî li Kerkûkê dibîne.

Îro (Pêncşem, 7ê Berçileya 2023ê) Desteya Giştî ya Şûnwar û Kelepûrên Îraqê nêzî 50 cihên kelepûrî û şûnwarên nû li parêzgeha Kerkûkê dîtine.

Desteya Giştî ya Şûnwar û Kelepûrên Îraqê amaje daye ku, ji encamê pişkinînên tîmên şareza yên kelepûr û şûnwaran, 15 cihên kevin û 30 xanî hatine dîtin ku wekî şûwarên gelek kevin tên hesibandin.

Hadî Mihemed ji lijneya pişkinînan ragehand ku, tîmên wan li taxa Îmam Qasim li naverasta bajarî û kinarê rûbarê Zabê dest bi geriyanê kiriye.

Herwesa Hadî pêşbîniyê dike ku, berî temambûna wê gera pişkinînan, hindek cihên din jî yên kelepûrî û şûnwarî yên kevin bibînin.