Sibe Maratona Perwerde û Destpakiyê li Hewlêrê bi sponseriya medyayî ya Kurdistan24ê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi helkefta roja cîhanî ya berhingarbûna gendeliyê, sibe li Hewlêrê maratonek tê kirin ku Kurdistan24 sponseriya medyayî jê re dike.

Sibe (Înî, 8ê Berçileya 2023ê) li Parka Samî Ebdulrehman li bajarê Hewlêrê, bi helkefta roja cîhanî ya berhingarbûna gendeliyê, bernameya pêşxistinê ya Neteweyên Yekgirtî (UNDP) bi hevparî li gel Desteya Destpakiyê ya Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bi helmeta “#Peyama_xwe_bigehîne” Maratona Perwerde û Destpakiyê bike.

Di çarçoveya pirojeya pêşengiya berhingarbûna gendeliyê û bihêzkirina navbeynkariya bazirganî de, Yekîtiya Ewropayê arîkariya vê çalakiyê dike û Kurdistan24 sponseriya medyayî jê re dike.

Biryar e ev marathon sibe, seet 10ê sibehê, dest pê bike û di merasîman de çend gotar ji aliyên çend kesan ve bên pêşkêşkirin, wekî Nûnerê Bernameya Pêşxistinê ya Neteweyên Yekgirtî, Serokê Desteya Destpakiyê, Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Parêzgerê Hewlêrê.

Herwesa biryar e xelat jî pêşkêşî serkeftiyên maratonê bên kirin.