Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî: Em amade ne alîkariya birîndarên bûyera Soranê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO) amadebûna xwe ji bo alîkariya birîndarên bûyera şewata li Soranê nîşan da.

Cibicîkarê Karûbarên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî li Iraqê Waêl Hetahit li ser bûyera şewata avahiyekê li Soranê, peywendî bi Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Saman Barzanî re kir.

Hetahit sersaxî li malbatên qurbaniyên bûyera Soranê kir û amadehiya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî jî ji bo dabînkirina pêdiviyên bijîşkî jibirîndaran nîşan da.

Ji aliyê xwe ve jî , Saman Berzincî spasiya hevahengiya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî kir û hêvî xwast ku Xwedê giyanê qurbaniyan bi bihuştê şad bike û hêviya başbûna zû ji birîndaran re xwast.

Duhî êvarê 8ê Berçileya 2023an agir bi avahiyeke li bajarê Soranê ket û tê de 14 xwendekar, mamosta û welatiyên din canê xwe jidest dan û çend kesên din jî birîndar bûn.