General McKenzie: Em ji bo piroseya hevgirtina hêzên 70 û 80 piştevanên we ne

Şanda Hêzên Hevpeymanan û Wezareta Pêşmerge
Şanda Hêzên Hevpeymanan û Wezareta Pêşmerge

Navenda Nûçeyan (K24) – Berperisê Tîma Bilind a Şêwirmendên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê radigehîne, “Em dê li Hevpeymaniya Navdewletî ji bo piroseya çaksaziyê û hevgirtina hêzên 70 û 80 û pêşxistina karûbarên firqeyan li Wezareta Pêşmerge piştevanên we bin, ji bo wê yekê jî em dê bi hev re karên hevpar bikin û pilanên sitratejî dabinin”.

Îro (Yekşem, 10ê Berçileya 2023ê) Wezîrê Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdsitanê Şoreş Ismaîl û Serokerkanê Wezareta Pêşmerge û Sikirtêrê Giştî û Fermandeyê Fermandeya Hêzên 70 û 80 yên Pêşmergeyan û efserên pile bilind ên Wezareta Pêşmerge li Dîwana Wezareta Pêşmerge bi Berpirsê Tîma Bilind a Şêwirmendên Hevpeymanan General McKenzie û Berpirsê Nivîsîngeha Hevahengiyê ya Konsulxaneya Amerîkayê Kolonel Michael Gachero û şêwirmendên bilind ên Hevpeymaniya Navdewletî li Herêma Kurdistanê civiyan.

Li dû ragehandineke Wezareta Pêşmerge, Wezîrê Pêşmerge di wê civînê de tekez li ser bileztirkirina piroseya çaksaziyê û pêkvekarkirinê kiriye, ji bo biserxistina piroseya rêkxistinê û yekkirina hêzan di çarçoveya Wezareta Pêşmerge de.

Herwesa ragehand, “Bi hevahengiyeke zêdetir bi dostên me re ji hêzên hevpeymanan, em bizavê dikin hêzan rêk bixin, bi merema çêbûna hêzeke neteweyî ya mukom û rêkxistî û xwediya dispilîneke serbazî li jêr sihwaneya Wezareta Pêşmerge”.

Li beranberî wê yekê, Berpirsê Tîma Bilind a Şêwirmendên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê ragehand, “Em dê li Hevpeymaniya Navdewletî ji bo piroseya çaksaziyê û hevgirtina hêzên 70 û 80 û pêşxistina karûbarên firqeyan li Wezareta Pêşmerge piştevanên we bin, ji bo wê yekê jî em dê bi hev re karên hevpar bikin û pilanên sitratejî dabinin”.

Wî berpirsê bilind ê Hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê amaje da wê yekê jî ku, “Hevpeyman bi hûrî çavdêriya Wezareta Pêşmerge dikin”. Herwesa got, “Em dixwazin hêza Pêşmergeyan bigehe astekî bilind ê serbazî”.