Xelata Sakharov ji bo Jîna Emînî û çalakvanên jin ên Îranê hat dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Ewropayê xelata Sakharov a Azadiya Ramanê pêşkêşî Jîna Emînî û Tevgera (Jin, Jiyan, Azadî) ya Îranî.

Ahenga pêşkêşkirina Xelata Sakharov îro 12ê Berçile li Parlamentoya Ewropayê kirin. Akademîsyen û parêzerê malbata Jîna Emînî Salih Nîkîbext, ligel çalakvanên mafên jinan Afsûn Necefî û Murşîda Şahînkarî yên ku ji Îranê derketine, xelat wergirtin.

Seroka Parlamentoya Ewropayê Roberta Metsola ragihand, Xelata Sakharov îsal ji bo azadiya derbirînê ji bo Jîna Emînî û Tevgera Jin, Jiyan, Azadî tê dayîn, wek sembolekê ji hemû mêr, jin û ciwanên mêrxas ên Îranê re.

Roberta Metsola got: “Tevî gelek zextan jî, wan xebat û têkoşîna xwe ji bo bidestxistina mafên xwe û pêkanîna guhertinan, berdewam kirin.” Herwiha ji çalakvanan re tekez kir: “Parlamentoya Ewropayê dê guh bide we û piştgiriyê bide we. Hûn ne bi tenê ne.”

Seroka Parlamentoya Ewropayê destnîşan kir, “Parlemana Ewropa siza li ser çend berpirsên Îranî yên berpirsên tepeserkirina xwepêşanderan kirine sepandine.”

Parlamentoya Ewropayê ragihandibû, polîsên Îranê roja 13ê Îlona 2022ê li Tehranê keça Kurd Jîna Emînî ya 22 salî bi tohmeta binpêkÎirina yasaya hicabê desteser kiribû û piştî 3 rojan ji eşkenceyê, li nexweşxaneyê canê xwe jidest dabû.

Kuştina Jîna Emînî, bû sedema karvedanê û nerazîbûnên navxweyî û cîhanî û xwepêşandan bi mehan li piraniya bajar û bajarokên Îranê berdewam bûn û diruşmeya (Jin, Jiyan, Azadî) dihat gotin.

Xelata Sakharov ji bo Azadiya Ramanê, xelatek e ji bo kes an komên ku jiyana xwe ji bo parastina mafên mirovan û azadiya ramanê terxan kirine, tê dayîn. Xelat bi navê zanyarê Rûsî Andrey Sakharov hatiye binavkirin û di meha Berçileya 1988an de ji aliyê Parlamentoya Ewropayê ve hatiye damezrandin.