Tirkiye bi şertekî razî dibe ku Swêd bibe endama NATOyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiyeyê tekez kir ku dijatiya berfirehkirina hevpeymaniya NATOyê nake, lê ji bo pejirandina protokola girêdana Swêdê bi wê hevpeymaniyê ve lezê nake, herwesa ew biryar girêdayî razîbûna Amerîkayê ji bo dabînkirina balafirên şerî yên F-16 ye.

Serokê Lijneya Karûbarên Derve ya Perlemana Tirkiyeyê Fuat Oktay li roja Sêşemê di daxuyaniyeka rojnamevanî de ragehand, “Tirkiye ji bo pejirandina endambûna Swêdê di hevpeymaniya NATOyê de lezê nake”.

Got jî, “Mimkin e em heta destpêka sala 2024ê danûstandinan li ser pirotokola endambûna Swêdê di NATOyê de nekin ji ber ku me serpişkiyên xwe hene”.

Roja 16ê vê mehê, wê lijneyê danûstandin li ser pirotokola endambûna Swêdê di NATOyê de paş xistin, ku Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyîb Erdogan li 23ê Cotmehê ragehandibû, perleman niha mijûlî danûstandinên reşnivîsa budceya giştî ya welatî ji bo sala 2024ê ye.

Oktay heta Gulana borî Cîgirê Serokê Tirkiyeyê bû, herwesa razîbûna Amerîkayê ku balafirên şerî yên F-16 bifiroşe Tirkiyeyê û pejirandina daxwaziya Swêdê ku bibe endama NATOyê bi hev re girê dan.

Oktay got jî, “Divê Amerîka destan ji wê pirsê berde, ku pêşniyar kiriye ku du kar di yek demê de pêş ve biçin, ew jî firotina balafirên F-16 bi Tirkiyeyê û endambûna Swêdê di NATOyê de.

Oktay daxwaz ji Swêdê kir ku li destpêkê nexşerêyekê ji bo çawaniya berhingarbûna wan rêkxistinên teroristî dane yên ku gefan li ewlehiya Tirkiyeyê dikin, herwesa niyet e bi Balyozê Swêdê li Enqereyê re bicive û danûstandinan li ser wan pêngavan bike yên ku welaetê wî kirine şert.