Tirkiye kuştina berpirseke PKKê radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Tirkiye kuştina berpirseke PKKê di opersyoneke asmanî de radigihîne.

Medyaya Tirkiyeyê belav kir, Dezgeha Hawlagirî ya Tirkiyeyê (MÎT) berpirsa jin a PKKê Sebahat Ormanli ya bi nasnavê “Mizgîn Goyî” di operasyoneke asmanî de kuştiye.

Lê wê ajansê, cih û dema operasyonê diyar nekiriye.

Li gorî medyaya Tirkiyeyê, Mizgîn Goyî yek ji 18 endamên Komalên Jinên Ciwan ên Kurdistanê ya ser bi PKKyê ye û Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê navê wê di Lîsta Kesk a Daxwazkiriyên Terorê de tomar kiriye.

Diyar kir jî, Mizgîn Goyî di sala 2012ê de beşdarê PKKê bûye, li Sûriyeyê xebatên rêxistinî kiriye û ji sala borî ve li Silêmaniyê wekî yek ji berpirsên Komalên Jinên Ciwan ên Kurdistanê xebatên PKKê bi rê ve biriye.