Belgeyên dîrokî û encamên hilbijartinan, tekeziyê li Kurdbûna Kerkûkê dikin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Belgeyên dîrokî kurdbûna Kerkûkê îspat dikin. Ji sala 2003an û vir ve jî, Kurdan hemû hilbijartinan de piraniya kursiyên bajêr bidest xistine.

Di pirtûkxaneya herî mezin a bajêr de, gelek belgeyên kurdbûna Kerkûkê hene. Tariq Karêz ku xwediyê pirtûkxaneyê ye, wek nivîskar û dîrokzan; her roj konferans, semîner û gotûbêjên çandî derbarê Kerkûkê de pirtûkxaneyê li dar dixe û belgeyan pêşkêşî amadebûyan dike.

Tariq Karêz ji K24ê re got: “Neteweya Kurd li vê erdnîgariyê (Kerkûk, Germiyan û Şarezor) ava bûye, neteweyên din ku niha li Kerkûkê ne, li derveyî erdnîgariya Kerkûkê hatine avakirin û koçberî vî bajarî bûne.

Li gorî Tariq Karezî, “Kerkûk paytexta bav û kalên Kurdan bûye, hem keleh û hem jî herdu bajarên Erebxa û Nûzî ji aliyê bav û kalên kurdan, miletê mezin ê Zagrosê, Gûtî ve di hezarsala sêyemîn berî zayînê de hatine avakirin û, ne tenê li Kerkûkê, lê li tevahiya parêzgeha Mûsilê jî.”

Serjimariya Komela Gelan a sala 1922 û serjimariya 1957 a hikûmeta wê demê ya Iraqê, nîşan didin ku piraniya xelkê Kerkûkê Kurd in. Ji sala 2003’an ve jî Kurdan di hemû hilbijartinan de piraniya kursiyan bidest xistine.

Mezintirîn peyayê Kerkûkê, mam Behaedîn Derwîş Tahir, yê 111 salî û li Kerkûkê ji dayik bûye û beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bû, dibêje, ji dema ku tê bîra wî ti Ereb li bajêr nebûn.

Mam Derwîş herwiha got: “Beriya niha li vî bajarî civakeke erebî çênebûye, Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye û Kurdan dest jê bernedaye, lê niha desthilata wan lê nemaye.”

Di hemû proseyên hilbijartinan de, Kurdan piraniya deng û kursiyan ji pêkhateyên din ên Kerkûkê bidest xistine, ew jî weke bingeha neteweya piraniya xelkê bajêr tê dîtin.