Tîmeka vîternerî ji Bakurê Kurdistanê digehe şêltera giyanewerên bêxwedî yên Hewlêrê

Tîmeka vîternerî ya Kurdên Bakurê Kurdistanê
Tîmeka vîternerî ya Kurdên Bakurê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Parzêgeha Hewlêrê radigehîne, tîmeka vîternerî ya Kurdên Bakurê Kurdistanê gehiştiye şêltera giyanewerên bêxwedî yên Hewlêrê û çend rojan ji bo çarekirina giyanewerên bêxwedî dimîne.

Îro (Yekşem, 24ê Berçileya 2023ê) Parêzgeha Hewlêrê di ragehandinekê de eşkere kir, “Li ser raspardeya Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, tîmeka vîternerên xwebexş ji Kurdên Bakurê Kurdistanê gehiştiye şêltera giyanewerên bêxwedî yên Hewlêrê û biryar e ji bo dema çar rojan bimîne, ji bo ku bi dehan niştergeriyan bi teknîkên nû û serdem ji bo giyanewerên wê şêlterê bike”.

Wekî ku ragehandina parêzgeha Hewlêrê amaje pê daye, ew teknîkên çareseriyê bi dana zanyaran xizmeta pizişkên vîternerî yên Hewlêrê dikin.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoçnaw pêştir ragehandibû, “Ew şêlter li ser 20 donemên erdî li devera Lacaneyê hatiye çêkirin ku 15 kîlometran ji navenda Hewlêrê dûr e. Xerciyên wê pirojeyê zêdetirî 450 milyon dînaran e û her meh nêzî 10 milyon dînaran ji bo girtin û komkirina seyên bêxwedî pêdivî ne”.

Parêzgerê Hewlêrê di konfiranseka rojnamevanî de ragehand, “Zêdetirî sê hezar seyên bêxwedî bi awayekê gelek durist û birêkûpêk ji bo wê şêlterê hatine veguhastin û ew pirose berdewam e”.