Tirkiye... 32 bergoman ku sê ji wan berpirsên DAIŞê ne hatin girtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Ajansa Anadolê ya Tirkiyeyî radigehîne, 32 bergoman hatin girtin, di nav wan de sê berpirsên DAIŞê hene.

Îro (Înî, 29ê Berçileya 2023ê) Ajansa Anadolê ya Tirkiyeyî parve kiriye, 32 bergoman ku di nav wan de sê berpisên DAIŞê hene hatine girtin, ku pilan hebû êrîşê bikin ser kilsa û balyozxaneya Îraqî.   

Pêştir jî lêkolerê serekî yê Fermandeya Navendî ya Hêzên Amerîkayê di operasiyona berhingarbûna DAIŞê de ji Kongirêsa welatê xwe re ragehandibû, şiyanên DAIŞê gelek lawaz bûne û niha hejmara wan di navbera şeş hezar heta deh hezar kesan de ye.

Di raporta wî lêkolerî de hatibû, bi rengekê berdewam serkirdeyên DAIŞê bi armanc tên girtin.

Amaje da wê yekê jî ku her yek ji Tirkiye, Îran, Rûsya û Sûriyeyê bandor li ser kempîna nehêlana DAIŞê heye.

Pêştir jî Berdevka Hevpeymaniya Dijî DAIŞê Rachael Jeffcoat ragehandibû ku di operasiyonên sala 2022ê de, 600 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 374 çekdar jî hatine girtin.