Penaberekî Sûrî li Izmîr bi kêran hat kuştin

Kampeke Koçberan li Tirkiyeyê
Kampeke Koçberan li Tirkiyeyê

Navenda Nûçeyan (K24) – Penaberekî sûrî di bûyereke nejadperestiyê de, li bajarê Ezmîrê hate kuştin.

Mediya xwcehî ya Sûriyê belav kir, penaberê Sûrî Cuma Elî Heyanî (24 salî) duh êvarê li herêma Konakê ya Îzmîrê ji aliyê sê ciwanên tirk ve hat kuştin.

Li gorî hatiye belavkirin, ew penaberê sûrî xelkê Helebê ye û di çarçoveya kiryarên nijadperestiyê de hatiye kuştin.

Cuma Elî Hayanî ji bajarê Helebê ye, zewicî ye, bavê keçekê ye û berî 4 salan bi armanca karkirinê koçberî Tirkiyeyê bûye.

Pêştir li Tirkiyeyê gelek bûyerên nijadperestiyê li hember penaberên Sûriyeyê rû dane û hejmarek kes hatine kuştin, bêyî ku desthilatdarên Tirkiyeyê sînorekê ji van kiryaran re deyne.