Di sala 2023an de 208 êrîşên nijadperestî li Tirkiyeyê hatine kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiyeyê di sala 2023an de, 145 êrîşên nijadperestiyê li dijî Kurdan, 63 êrîş jî dijî Elewiyan û penaberan hatine kirin.

Navenda Lêkolînên Sosyo Polîtîk, encamên lêkolîna xwe ya li ser bûyerên ku di medyayê de cih girtine eşkere kirin û da zanîn, ji serêsala 2023’an ve, 208 êrîşên nijadperestî li Tirkiyê hatine kirin û êrişên wiha êdî bûne rûtînên rojane.

Li gor raporê, ji werzişê heta girtîxaneyan li dijî kurdan kiryarên cidî hene ku êrişên li dijî Amedspor nimûneya herî berçav e.

Di raporê de hat, li parlamentoya Tirkiyê hê jî kurdî wek zimanê naye zanîn tê binavkirin. Herwiha Kompaniyên pasên Bakurê Kurdistanê û avahiyên partiyên siyasî gelek dever rastî êrişan tên.

Li gor raportê herî kêm 145 êrîş ji ber zimanê kurdî ji hêla nijadperestan ve hatine kirin. Herwiha penaber rastî 50 êrîşan, Elewî jî rastî 13 êrîşan hatine.