Hikûmet 40 milyar dînaran ji bo nehêlana lehiyan li Hewlêrê xerc dike

Hikûmet 40 milyar dînaran ji bo nehêlana lehiyan li Hewlêrê xerc dike
Hikûmet 40 milyar dînaran ji bo nehêlana lehiyan li Hewlêrê xerc dike

Navenda Nûçeyan (24) – Ji bo nehêlana lehiyan, Hikûmeta Herêma Kurdistanê 40 milyar dînar ji bo rêyên lûleyî û sindoqî li parêzgeha Hewlêrê xerc kirine.

Ji pêxemetî kêmkirin û nehêlana metirsiyên lehiyan li bajarê Hewlêrê û derdorên wê, kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê nêzî 40 milyar dînaran ji bo çêkirina rêyên lûleyî û sindoqî xerc kirine.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji Fermangeha Medya û Zanyaran re ragehand, “Ji bo nehêlana lehiyan, hejmareka pondan û avrêjên lûleyî û sindoqî hatine çêkirin, vê yekê jî metirsiyên lehiyan li bajarê Hewlêrê kêm kirine”.

Ji bilî çêkirina rêyên nû yên avê, rêyên kevin jî berdewam tên pakijkirin û hemî bi hev re tên girêdan.

Umêd Xoşnaw herwesa got, “Hejmareka rêyan hatine konkirîtkirin ku li nêzî bajaran in, lê li derdorên bajaran divê li ser axê bin da ku ji bo ava binerd jî mifa hebe”.

Ev di demekeê de ye ku doh (Çarşem, 3ê Çileya 2024ê) Parêzgerê Hewlêrê di ragehandinekê de eşkere kir, bi biryara Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û pêxemetî parastina bajarê Hewlêrê û derdorên wê ji bandorên lehiyan, bi gojimê du milyar û 100 milyon dînaran, sê pirojeyên sitratejî gehiştine qonaxa bicihanînê.

Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye diyarkirin, ew piroje ev in; konkirîtkirina rêya xwezayî li Girdcotyarê, konkirîtkirina rêya xwezayî ya kornîşî li nêzî bajarê Zîlanê û çêkirina pireka heştderî li gundê Tendûreyê yê girêdayî nahyeya Şemamikê.