CHPê 242 namzedên xwe yên hilbijartinên şaredariyan aşkere kirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Gel a Komarê (CHP) 242 namzedên xwe yên hilbijartinên şaredariyan eşkere kirin ku şeş ji wan şaredariyên mezin in
Civata Partiyê ya CHPyê heta derengê şeva borî ji bo destnîşankirina namzedên xwe yên hilbijartinên şaredariyan civiya û biryar li ser berbijêrên xwe yên bo 242 şaredariyan da.
Berdevkê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Denîz Yucel navên 242 namzedên şaredariyê yên li navçeyên hilbijartinên herêmî hatin diyarkirin eşkere kir.
Denîz Yucel diyar kir, Ji 242 şaredariyan, 15 şaredarî yên bajaran e ku şeş ji wan bajarên mezin in.
Civata Partiyê ya CHPê şaredarên xwe yên bajarên mezin ên wekî Edene, Hatay, Mêrsîn û Aydinê careke din kirin namzed, ji bo şaredariyên xwe yên Tekîrdax û Eskîşehîrê du namzedên nû destnîşan kirin.
Namzedên şaredariya Bajarên Mezin:
Edene: Zeydan Karalar
Aydin: Ozlem Çerçioglu
Eskişehir: Ayşe Ûnlûce
Hatay: Lûtfû Savaş
Mêrsîn: Vahap Seçer
Tekirdag: Candan Yûceer