Konsulê Amerîkayê: Hevpariya me bi Herêma Kurdistanê re giring e

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê amajeyê dide ku, li ser giringiya erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Herêma Kurdistanê hevnerîn in. Herwesa dibêje, “Hevpariya me bi Herêma Kurdistanê re giring e”.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê îro (Duşem, 15ê Çileya 2024ê) li ser tora civakî ya “X”ê nivîsiye, “Me bi Serokê Dîwana Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê Umêd Sebah re civîneka giring hebû, ku me danûstandin li ser hejmareka pirsên giring kirin”.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê amaje daye, “Çareseriya pirsa budce û petrolê giring e, budce û petrol pêdivîtiyên serekî ya xelkê Herêma Kurdistanê ne”.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Hewlêrê di derheqa rola Hevpeymanan de gotiye, “Em li ser giringiya erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Herêma Kurdistanê hevnerîn in, herwesa hevpariya me bi Herêma Kurdistanê re giring e”.