PDK-S êrîşa Supaya Pasdarên Îranê li ser Hewlêrê bi tundî şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK) êrîşa Supaya Pasdarên Îranê li ser Hewlêrê bi tundî şermezar dike û radigihîne, “Rêjîma Îranê ji bo veşartina qeyranên xwe yên kûr di astên curbicur de, terorê li navçeyê gur dike”

Polîtburoya PDK-Sê îro 16.01.2024an di daxuyaniyekê de ragihand, “Hewlêr, Paytexta Herêma Kurdistanê şeva 15/16 Çile, bi hincet û bihaneyên derew rastî êrîşekê ji aliyê Supaya Pasdarên Îranê hat ku armanc ji wê êrîşê, Armanca wê têkbirina îradeya gelê me li Herêma Kurdistanê û têkdana ewlehî û aramiya Hewlêrê û hemû navçeyên Kurdistanê ye.”

PDK-S dibêje: “Rêjîma Îranê ji bo veşartina qeyranên xwe yên kûr di astên curbicur de, terorê li navçeyê gur dike û aloziyê belav dike, ji ber wê jî car caran Herêma Kurdistanê bi rêya birîkarên xwe dike armanc ku di encama kiryara terorîstî ya vê dawiyê de, 4 şehîd û birîndar û ziyanên madî yên mezin çêbûne.”

Tekez kir jî: “Ev gurbûn û êrîşa terorîstî li ser gelê Kurdistanê ne nû ye û milîsên bi wekalet ên Tehranê beriya vê tawanê jî bûne sedema aloziyan li Kurdistanê. Lê ya metirsîdar ew e ku hêzên bi navê Pasdarên Îranê vê carê di daxuyaniyekê de berpirsatiya xwe ya neexlaqî li hember êrişa ser Hewlêra Paytext ragihand.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat: “Em di Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistan - Sûriyê de, bi tundî vê êrîşê şermezar dikin, ku tu sedem û hincet ji aliyê rayedarên Îranê ve jê re nîne. Herwiha em sersaxiyê li şehîdan dikin, ji birîndaran re jî başbûnê dixwazin.”

Polîtburoya PDK-Sê got: “Em bang li civaka navdewletî dikin ku bi erkê xwe rabe û tenê bi devkî şermezar neke û kar ji bo rêgirtina li vê rejîmê bike, da ku ew xerabiyên wê li ser Kurdistanê û navçeyê bi giştî rawestîne.

Herwiha di daxuyaniyê de hat jî: “Em bang li hikûmeta federal a Bexdayê jî dikin ku di warê parastina serwerî, ewlehî û aramiya Iraqê de, ji erk û berpirsyariyên xwe dûr nekeve û li hember êrişên Îranê yên li dijî ax û gelê Kurdistanê raweste.”