Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Davosê bi Serokê Ermenistanê re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 18.01.2024an li Davosê bi bi Serokê Ermenîstanê Vahagn Khachaturyan re civiya.

Di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên Iraq û navçeyê û pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Ermenistanê hatin gotûbêjkirin.

Her du alî li ser giringiya parastina ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê û Iraqê û nehiştina aloziyên li Rojhilata Navîn hevnêrîn bûn.