Press TV ya Îranî wêneyên fotoşopkirî yên Şehîd Pêşrew Dizeyî li ser malperê xwe nehêlan

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî parvekirina rastiyan ji aliyê dezgeha K24ê ve, Press TV ya Îranî wêneyên fotoşopkirî yên Şehîd Pêşrew Dizeyî li ser malpera xwe nahêle, herwesa dibêje ku ew wêne ji çavkaniyeka ewlehiyê gehiştibûn wan û wan nezanîbû ku ew fotoşopkirî bûn.

Press TV ya Îranî îro (Duşem, 22.1.2024) ronkirinek li ser wêneyê Şehîd Pêşrew Dizeyî yê fotoşopkirî parve kir ku pêştir bi Haxamekê Cihû re parve kiribû û tometa arîkarîkriina Mossadê dabû pal wî.

Piştî nêzî 12 seetan ji parvekirina wan wêneyên fotoşopkirî, wê malpera Îranî di ronkirinekê de li jêr wê raportê amaje daye ku, wan bê piştrastkirin ew wêne ji “çavkaniyeka ewlehiyê” wergirtibûn.

Nehêlana wî wêneyî piştî raportên K24ê û parvekirina wêneyê rastîn li ser hejmarên fermî yên K24ê yên medyaya civakî hat ku bi rengekê berfirh kar li ser beçavkirina rastiyan û guhertina wî wêneyî kiriye.

Tiştê ku ji têbîniya malpera Press TVyê ya Îranî diyar dibe, ku ew wêneyên fotoşopkirî yên Pêşrew Dizeyî ji çavkaniyên ewlehiyê wergirtine, ew e ku dezgehên ewlehiyê bi temamî rûdana moşekbarankirina mala Şehîd Pêşrew Dizeyî şêwandiye û doza armanckirina mala welatiyekê sivîl ji bo dozeka ewlehiyê ya siyasî hewalgirî guhertiye.