Pispor: Armanca êrîşa li ser kêlgeha Kormorê têkdana jêrxaneya aborî ya Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Pisporekî enerjiyê dibêje, armanca êrîşa li ser kêlgeha gazê ya Kormorê “rûxandin û gihandina zirarê bi jêrxaneya aborî û geşepêdana Kurdistanê” ye. Herwiha diyar dike jî, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan dike ku rêjeya berhemanîna gaz û elektrîkê li wê zeviyê zêdetir bike.”

Pisporê enerjiyê Govand Şêrwanî ji K24ê re ragihand, êrişa duhî ya li ser kêlgeha gaze ya Kormorê, berdewamiya êrişên din ên mûşekî yên li ser jêrxana aborî û geşepêdana aborî ya Kurdistanê dike.

Li gorî pisporê enerjiyê, armanca êrîşa li ser kêlgeha gazê ya Kormorê “rûxandin û gihandina zirarê bi jêrxaneya aborî û geşepêdana Kurdistanê” ye.

Diyar dike jî: “Li pişt van êrîşan peyameke siyasî heye, ji ber ku di demeke kurt de du parêzgeh (Silêmanî û Hewlêr) hatine armanckirin. Anku bê cudahî bi Herêma Kurdistanê re reftaran dikin û dijatiya Herêma Kurdistanê dikin.”

Got jî: “Ew kesên ku êrişî jêrxana aborî ya Kurdistanê dikin, nikarin ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve bên kontrolkirin û girêdayî welatekî cîran in û bi ajandayeke derve kar bikin.”

Amaje bi wê jî: “Kêlgeha gaze ya Kormorê bingeheke aborî û pîşesazî ya Herêma Kurdistanê ye. Hikûmeta Herêma Kurdistanê plan dike ku vê kêlgehê geş bike û rêjeya berhemanînê lê zêde bike. Ji bo baştirkirina kalîteya gaz û elektrîkê.”

Roja 25.01. 2024an bi çend Katyûşayan êriş li kêlgeha neft û gazê ya Kormorê li nahiya Qadir Kerem a navçeya Çemçemal hate kirin. Ji ber êrîşê hinardekirina gazê ji bo hemû santralên elektrîkê rawestiyabû û zêdetirî 2800 megawatt berhemanîna elektrîkê qut bûbû.

Zeviya Gazê ya Kormorê, ku li sala 2007ê hatiye damezrandin, dikeve nahyeya Qadirkeremê ku girêdayî qezaya Çemçemalê ye û kompaniyên Daxagaz û Hîlala Îmaratî weberhênanê lê dikin.