Elî Hisên: Bajarê Silêmaniyê li cem PDKyê giringiyeka taybet heye

Elî Hisên
Elî Hisên

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya PDKyê li Silêmanî-Helebceyê ragehand, “Em dixwazin me di hilbijartinên bên ên bajarê Silêmaniyê de rol hebe, ji bo ku em xizmeta wî bajarî bikin”.

Berpirsê Nivîsîngeha Rêkxistinê ya PDKyê li Silêmanî-Helebceyê Elî Hisên di kongireyekê rojnamevanî de ragehand, “Me bername heye ku bi tex û çînên Herêma Kurdistanê re bicivin, xasma komele û rêkxistinan, ji bo ku dîtin û nerînên wan di warên cuda cuda de werbigirin, xasma li Silêmaniyê û Helebceyê û devera Raperînê.

Herwesa got, “PDK bajarê Silêmaniyê giring dibîne, lewma em dixwazim me rol di hilbijartinên bên de hebe, ji bo ku em tevlî îdareya xwecihî ya wî bajarî bibin û xizmeta tex û çînên wî bajarî bikin”.

Herwesa amaje da, “Hemî dizanin ku ev du sal in PDK dixwaze hilbijartinan bike, herwesa PDK nebûye sedema paşxistina hilbijartinan”. Herwesa got, “Ew ne PDK bû ku ew mijar bir Dadgeha Federalî û wesa kir ku Komisyona Hilbijartinan bê vê derê”.

Elî Hisên tekez jî kir, “Em li benda wê yekê ne ku li dawiya vê mehê Dadgeha Federalî dawî biryara xwe li ser wê mijarê bide. Eger wesa be, hingê mersûma serokatiyê ji bo diyarkirina hilbijartinan derdikeve”.

Ron jî kir, “Em bi wê yekê re ne ku pêgeha Kurdan li Kerkûkê bihêz be, herwesa em bi wê yekê re ne ku aliyên Kurdî li ser parêzgerekê Kurd yê neteweperwer li hev bikin, şert nîne jî ji YNKyê an her aliyekî be. Eger YNKyî jî be, arêşe nîne, tenê divê bê alî kar bike”.