Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Norwecê li Urdin û Îraqê dike

Mesrûr Barzanî û Espen Lindback
Mesrûr Barzanî û Espen Lindback

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Norwecê li Urdin û Îraqê dike û pêdivî dizane ku Civaka Navdewletî rola xwe ya giring û çalak di parastina ewlehiya Herêma Kurdistanê û dabînkirina mafên wê yên destûrî de bigêre.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 31.1.2024) pêşwaziya Balyozê Norwecê li Urdin û Îraqê Espen Lindback kir.

Li dû ragehandineka Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê hevdîtinê de pêşxistina peywendiyên dualî û dawî pêşhatên Îraq û deverê hatin behskirin.

Herwesa amaje da, “Balyozê Norwecê nîgeraniya xwe li beranberî êrîşa vê dawiyê ya li ser Hewlêrê û hevxemiya xwe ji bo kesûkarên qurbaniyên wê êrîşê ji bo Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kirin û piştevaniya welatê xwe ji bo aramî û seqamgiriya Herêma Kurdistanê tekez kir. Her dîsa ecêbmaniya xwe jî ji bo xweragirî û hevhelwestiya gelê Kurdistanê li bernaberî wê êrîşa nerewa nîşan da”.

Serokê Hikûmeta Hewrêma Kurdistanê jî spasiya piştevanî û dilsoziya Norwecê kir û tekez kir ku pêdivî ye Civaka Navdewletî rola xwe ya giring û çalak di parastina ewlehiya Herêma Kurdistanê û dabînkirina mafên wê yên destûrî de bigêre.