Li Efrînê teqînekê rû da.. Birîndar hene
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê di encama teqîna motorsîkleke bombekirî de, hejmarek kes birîndar bûn.
Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re got, îro danê êvarê motorsîkleke bombekirî li nêzîk qada Newroz a Efrînê teqiya û di encamê de hejmarek kes birîndar bûn.
Ji aliyê xwe ve Berevaniya Sivîl a Sûrî belav kir, di encama teqînê de 4 kes birîndar bûne û tîmên wan çareseriyên destpêkê ji birîndaran kirin.
Li gorî zanyariyan grûpa “Polîsa Leşkerî” zarokekî birîndar û kesekî din girt û bi wan re dest bi lêkolînê kir.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û gelek caran li bajêr teqîn rû didin û welatiyên sivîl jî dibin qurbanî.