Li Zaxoyê kevirê bingehîn ê çend projeyên xizmetguzariyê hate danîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi nirxê zêdetir ji milyar dînar, kevirê bingehîn ê çend projeyan li Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê hate danîn.

Di bin çavdêriya Serperiştyarê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo de, kevirê bingehîn ê nûjenkirina (Kanya Dêrabûne, Hola Laleş, Dêra Margurgis) û avakirina xala kontrolê ya Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê bi bihayê 1 milyar û 986 milyon û 285 hezar dînar hate danîn.

Guhdar Şêxo di dema danîna kevirê bingehîn ên van projeyan de got, di heyama du sal û sê mehên borî de ku Zaxo bûye Îdareya Serbixwe, Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Zaxoyê bi sedan milyar dînar projeyên cuda cîbicî kirine û dê li ser cîbicîkirina wan projeyan berdewam be.

Li gorî Gohdar Şêxo, di heyama du sal û sê mehên borî de, li ser rasperdeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û ji bo xizmetkirina zêdetir ji welatiyan re, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi nirxê zêdetirî 30 milyar dînar projeyên di warê rê, geştyarî, kanalîzasyon û elektrîkê de li Nahiya Rizgarî cîbicî kirine.

Ev di demekê de ye, di heyama Kabîneya Nehem de, 3359 proje li parêzgehan û îdareyên serbixwe yên Herêma Kurdistanê hatine cîbicîkirin; 1730 proje li ser bûdceya geşepêdana parêzgehan û 1629 proje jî li ser bûdceya veberhênanê bûn.