Cotyar Adil: Kabîneya Nehê berjewendiya nifşên paşerojê jî li ber çav wergirtiye

Cotyar Adil
Cotyar Adil

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Fermangeha Medya û Zanyaran amajeyê dide, “Kûratiya aborî ya Herêma Kurdistanê niha li welatên kendavê Erebî û welatên Ewropayî reng vedaye”. Herwesa dibêje, “Pirojeyên Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berjewendiya nifşên paşerojê jî li ber çav wergirtiye”.

Serokê Fermangeha Medya û Zanyaran Cotyar Adil îro (Pêncşem, 08.02.2024) taybet ji K24ê re ragehand, “Kabîneya Nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi xwe di dema çar salên borî de, zêdebarî qebxwazî û sextiyan, karîne bi rengekê xweragirane berhingarî hemî rewşan bibin û destan ji pêşkêşkirin û bicihanîna pirojeyan bernedin”.

Serokê Fermangeha Medya û Zanyaran herwesa amaje da, “Hejmareka zêde ya pirojeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne tenê pirojeyên demkî û niha ne, lê paşeroj û nifşên paşerojê jî li ber çav wergirtine”.

Navbirî her dîsa behs kir, “Armanca Kabîneya Nehê dabînkirin û peydakirina ewlehiyê ye, ji bo ku di vê çarçoveyê de pirojeyên weberhênanê bê hebûna metirsiyan bên bicihanîn”.

Cotyar Adil ron jî kir, “Hindek alî û ecênda hene, ji bo têkdana seqamgiriya Herêma Kurdistanê û nehêlana nirxên seqamgiriya ewlehiyê, ku Herêma kurdistanê pê tê nasîn, xebatê dikin”.

Herwesa got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek rêkar bi cih anîne ji bo ku bala weberhêneran ji xwe re bikêşe”. Ron jî kir, “Dîjîtalkirina sîstema bankî û pirojeya Hejmara Min jî ji wan sedem û alavan in ên ku dikarin zêdetir berê weberhêneran bidin Herêma Kurdistanê”.

Tekez jî kir, “Herêma Kurdistanê destê dostîniyê ji bo hemî aliyan û xasma welatên cîran dirêj kiriye, ji bo ku seqamgiriya Herêma Kurdistanê û deverê biparêze”.

Bal kêşa ser wê yekê jî ku kûrahiya aborî ya Herêma Kurdistanê niha li welatên kendavê Erebî û welatên Ewropayê reng vedaye. Tekez jî kir, “Kabîneya Nehê ji bo hemerengkirina dahatan wekî pêguherka petrolê kar dike”.